Friday, June 12, 2009

kurmancî weke xerc û çîmentoya yekîtiya di navbera perçeyên Kurdistanê de ye | Kulturname#more-1971

kurmancî weke xerc û çîmentoya yekîtiya di navbera perçeyên Kurdistanê de ye Kulturname#more-1971

Şeş saziyên kurdî li Ewropayê nameyek ji serokên çar saziyên desthilatê li başûrê Kurdistanê re li ser pirsgirêka kurdiyê di zimanê perwerdeyê de hinart. Ew di vê nameya xwe de ji desthilata siyasî ya Kurdistanê dixwazin ku ew li hemî zaravayan wek hev bi xwedî derbikeve. Ev name di 20/5 2009-ê de hatiye şandin û niha ketiye ber çavên raya giştî. Em li jêr teksta wê diweşînin:

Ji Serokê Dewleta Federal a Îraqê birêz Celal Talebanî
Ji Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî
Ji Serokê Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî
Ji Serokê Parlemena Kurdistanê birêz Ednan Muftî


Li ser biryara Wezîrê Perwede yê Herêma Kurdistanê gelek dezgeh, sazî, komele û malperên Başûrê Kurdistanê nerazîbûn, daxwaz û hêviyên xwe bi nameyeke vekirî ji we birêzan re şandin û herweha ji raya giştî re jî diyar kirin. Ji xwe berê jî pirsa perwerdeya bi zaravayê kurmancî çend caran ketibû rojevê. Lê weha xuya ye ku heta vê gavê çareseriyek maqûl ji vê pirsgirêkê re nehatiyê dîtin û loma jî gelek sazî, dezgeh, komele û malperên Başûrê welatê me bi awayekî eşkere û vekirî ev pirsgirêk dîsa anîn holê.

Em ev dezgeh û komeleyên demokratîk yên kurdan ku navên wan li jêr in, daxwaza hemwelatiyên kurd yên di warê maf û bikaranîna zaravayê xwe yê kurmancî de, mafekî herî xwezayî, rewa û demokratîk dibînin. Bi vê munasebetê, em jî dixwazin bîr û baweriyên xwe; daxwaz û hêviyên xwe bi kurtayî pêşkêşî we hêjayan bikin:

1. Zimanê kurdî ji gelek zaravayên cihê pêk tê. Ev bingeh û rastiya tevna zimanê kurdî ye. Her zaravayek reng û dewlemendiyeke vî zimanî ye. Her zarava li gor xwe xwedî girîngî û taybetiyan e.Divê em li wan weke hev xwedî derkevin; delîve û firsendê bidin hemû zaravayan da ku bikaribin, bi awakî giştî di her warê jiyanê de û bi taybetî jî, di warê perwedeyê û statuya resmî de xwe pêşve bibin.

2. Mafê tu zaravayî ne kêm û ne jî zêdeyî mafên zaravayekî din e. Mafê her zaravayî ye ku di warê perwerde, bikaranîna daîreyên resmî yên Kurdistanê de behremend bibe. Bi tenê bi vî awayî em ê bikaribin bi awayekî giştî zimanê kurdî û bi taybetî jî zaravayên kurdî ji tehlûke, tatolek û xetera hejarî û jiholêrabûnê rizgar bikin.

3. Eger em di vî warî de siyaseteke neteweyî, demokratîk û xweşbînî nemeşînin, tirsa me ew e ku ev birîneke nû û kûr di laşê milletê Kurd de veke. Herweha ev dikare bibe delîve û firsetek ku dijminên milletê me ji vê rewşê îstifade bikin.

4. Piraniya kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê bi zaravayê kurmancî dipeyivin. Loma jî kurmancî weke xerc û çîmentoya yekîtiya di navbera perçeyên Kurdistanê de ye. Divê em vê rastiyê bidin ber çavan û tu zirarê nedin bingeha vê hevbeşiyê. Bê hebûna kurmancî yekîtiya milletê kurd nikare bê ava kirin.

5. Ev daxwaz, bi îdîayên “zimanê resmî û yekgirtî” tê bergirî kirin ku ev îdîa ne îdîayeke rewa û ne jî di cih de ye.Ew kesên ku ji bo zarokên xwe zaravayê soranî wek mafekî rewa dibînin, çima ji bo zarokên ku bi kurmancî, hewramanî yan jî zazakî dipeyivin wek mafekî rewa nabînin?Madem ku hinek dewlet di karûbarên xwe yên resmî û perwerdeyê de xwedî gelek ziman in, ji bo çi li beşekî welatê me yê azad, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne xwediyê zaravayên kurdî be û nikaribe vî mafê xwezayî û demokratîk bide hemwelatiyên xwe!

6. Di warê ziman û zaravayên kurdî de, divê em xwedî siyaseteke li gor şert û mercên welat û milletê Kurd bin. Pêşdexistin û nêzîkkirina zaravayên kurdî divê li gor pêvajoyeke xwezayî, wekhevî û xweşbînî bête meşandin. Ev dikare demeke dirêj bigre û divê em li gor hinek hesab û nerînên nedûrbîn tevnegerin.Wek nimûne heger li herêmên soranîaxêf de dersa soranî weke dersa esasî ya perwerdeyê, lê dersa kurmancî jî wek dersek mecbûrî be; li herêmên kurmancîaxêf jî kurmancî esasî be û soranî mecburî be, wê hem nêzîkayî di navbeyna zaravayan de hêsantir çê bibe, hem jî wê herdu beşên xelkê me bêtir hevdu fêm bikin…
Serokên hêja,Destkeftinên li Başûrê Kurdistanê, destkeftin û serbilindiya hemû kurdên her çar perçeyên Kurdistanê ne. Em vê yekê weke berbanga armanc, hêvî, xewn û xeyalên pîroz yên hemû kurdan dibînin. Divê em vê destkeftinê weke destpêka pêşerojeke rohnîtir ya milletê Kurd bibînin, bi her awayî biparêzin û pêş ve bibin. Ev jî bi hevgirtin û yekîtiya milletê Kurd ve girêdayî ye. Ji bo xurtkirina vê yekîtiyê wezîfe dikeve ser milên hemû kurdên welatparêz.
Bi vê bîr û baweriyê em ji we hêjayan hêvî dikin ku hun bi awayekî giştî hêvî û daxwazên di warê mafên zaravayên kurdî de û bi taybetî jî daxwaz û hêviyên hemwelatiyên xwe yên li wîlayeta Dihok û Mûsilê ku bi daxuyaniyekê pêşkêşî we kirine, bê bersîv nehêlin û ji vê pirsa hesas û girîng re çareseriyeke munasib bibînin.

Bi rêz û silavên me

Komeleya Niviskarên Kurd li Swêdê
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
Weqfa Kurdî ya Kulturî li Stockholmê
Kitêbxaneya Kurdî li Stockhomê
Redaksiyona kovara VATEyêKurmancî - Koma Xebatê
--------------------------------------------------------Kulturname - Nûçe - info@kulturname.comWeşandin: 2009-06-11



3 comments:

Anonymous said...

[B]NZBsRus.com[/B]
No More Crawling Downloads Using NZB Downloads You Can Rapidly Search High Quality Movies, Console Games, MP3s, Applications & Download Them at Flying Rates

[URL=http://www.nzbsrus.com][B]NZB Search[/B][/URL]

Anonymous said...

Making money on the internet is easy in the hush-hush world of [URL=http://www.www.blackhatmoneymaker.com]blackhat download[/URL], You are far from alone if you have no clue about blackhat marketing. Blackhat marketing uses alternative or misunderstood methods to build an income online.

Anonymous said...

top [url=http://www.001casino.com/]casino games[/url] hinder the latest [url=http://www.realcazinoz.com/]free casino[/url] autonomous no store perk at the foremost [url=http://www.baywatchcasino.com/]no lay down reward
[/url].